Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî nûçeya Rojnameya Sozcuyê ku tabeleyên li Amedê ku 15 salin bi Kurdî ye lê weke ku nû Kurdî hatiyê nivîsandin hatibû dayin da û got: “Li şûna dibêjin çima xizmetên şeredariyê pir zimaniyê divê bê pirsîn çima Kurdî hê ne azade.”
Rojnameya Sozcuyê tabeleyên li Amedê ku 15 salin bi Kurdî ne weke ku tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi Kurdî hatiyê nivîsandin nîşan da û bi vê yekê rê li ber provakasyonan vekir. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî nûçeya Rojnameya Sozcuyê û bertekên li dijî Kurdî li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da.
Ayşegul Dogan bi lêv kir ku li şûna dibêjin çima xizmetên şaredariyê pir zimaniyê divê bê pirsîn çima Kurdî hê ne azade û wiha got: “Tirkiye welatekî pir zimanî ye. Kurdî zimanê bi milyonan welatiyane. Li şûna dibêjin çima xizmetên şeredariyê pir zimaniyê divê bê pirsîn çima Kurdî hê ne azade. Li şûna kulji ziman bipirsin divê piştgiriyê nedin perwerdehiya Kurdî yan na? Xwîşk û biratî bi ziman destpê dike. Pirsa rast ewe; Çima ji vê yekê acizin? Jixwe çîroka me jî di vir de destpê
dike.”
Your Comment